Ewjen
Hawêjer. Şikêner û bezêner.
Gîwa
Balkêş.
Lehon
Lihon. Hem herêm e û hem tîreyek e ji Kurdan li Hewramana Kurdistanê.
Ako
Kopîtka çiya. Şêx Mihemedê Merdoxê Kurdistanî di pirtûka (Dîroka Kurd û Kurdistanê) de dibêje: Ako navê eşîrekê ye li bakûrê bajarê Raniye.
Gulrûxsar
Gulrû.
Kasîn
Leyîzek e kevnar e.
Aran
Binkeya jiyana zivistanî ya koçeran.
Rewrewk
Tirawîlke. Serab. Ew cihê ku ji dûr ve wiha hizir dikî ku av e, lê dema nêz dibî, dizanî ku ne av e.
Aryas
Fermandarekî împeratoriya Mad bû.
Nakam
Yê/a ku negihîştiye hêvî û miraza xwe.