Mawer

Bi kelhorî wate neyîne, nehîne, meyhêne.

Êwet

Nojdar. Perestar. Çavdêrîker.

Ribase

Ribaze. Avdaniya zeviyê berî çandinê.

Arvîn

Agirê evînê, Agirê hezkirinê.

Qemrîn

Qerisîna avê. Bestelek. Şexte.

Bûran

Bahoz, Tofan.

Dilbixîn

Dilbixwîn. Kesê dilbirîndar. Kesê dilê wê bixwîn e.

Las

Laz. Lac. Giyayê ku hatiye dirûn lê nehatiye komkirin. Darekî wek dara sinciyê ye lê bê strî ye. Firîw. Rêxa ga. Navê qehremanê çîroka Las û Xezal e, ku Las xelkê Balek û Balekiyan e.

Tawûs

Ew teyrê rengbireng ê bedew ku li cem Kurdên êzidî pîroz e.

Ejî

Dijî û zindî ye. Sax e û nemiriye. (Bi soranî: Maçikêt hezar zêrî sûr ejî. Wate "Her maçeke te hezar zêrê sor tîne" ).

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!