Jîleko
Navê çiyayekê ye li herêma Hekarî li Bakûrê Kurdistanê.
Tenke
Nazik. Zirav.
Şêda
Şeyda.
Hevîn
Evîn.
Gijnîj
Pincareke xweş e ku davêjin nav risq de jî.
Bêmal
Bê malûhal. Bê xanî. Bê jin û zarok.
Çelîng
Gulbend. Giyayekî ciwan e.
Birûsk
Ronahî û berqa ewran digel girmîna ewran.
Xaraw
Ezmûnwergirtin. Derswergirtin.
Helkewt
Hilkeft. Derfet. Derfetên ku kêm têne pêş.