Aşna
Nasyar. Naskirî. Dost. Yar.
Balişme
Çarçoveya derî û pencereyê.
Gijnîj
Pincareke xweş e ku davêjin nav risq de jî.
Gulperî
Gula bedew.
Toraw
Kesê ku sil bibe. Kesê ku qehirîbe.
Ava
Avakirin. Çêkirin. Avabûn. Avabûna tavê.
Kulinde
Cûceyê xwînşirîn. Serbendê straneke kurdî ye.
Mard
Serkêş. Yaxî. Navê kevn ê Mad bi zimanê Yûnanî. Bajarê Mardînê li Bakûrê Kurdistanê vê çiqa Kurdan bi bîr tîne.
Êzda
Yezdan.
Xoşnaw
Cureyek tiriyê reş e. Eşîreke Kurd e li Hewlêrê. Xoşnawetî cihê jiyana wê eşîretê ye.