Berkaw

Quntara çiya. Berbiniya çiya.

Bagir

Ew cihê ku ba digire. Kune ba.

Delîl

Belge. Sedem. Hokar.

Bijang

Birjang. Bijank. Rîşiyên genmeşamiyan.

Çepek

Kesê ku bi destê çep kar dike yan dinivîse. Gund an baxê dûrdest û dûr ji serê rê.

Hogir

Adetkirin bi tiştekî. Hezkirin li tiştekî.

Werse

Masûlke.

Hersîle

Hersîl. Kevirê xîmê kuncê dîwar.

Zînko

Lûtkeya pêşê ya zînê hespan.

Şêrkuj

Kujerê şêr. Navê girekî mezin e li rojavayê destê çepê yê Silêmaniyê. Gundek e li herêma Leylax a Sine.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!