Siwaro

Navê yek ji hewayên kevn ên muzîka kurdî ye.

Rehêl

Rehêley baran. Rêjne. Barana tund. Barana gir. Guşîna baranê.

Malmal

Hemû xaniyên malan. Mal bi mal. Navê qehremana beyta Nasir û Małmał.

Menîce

Paqij.

Dijwar

Îza. Zehmet.

Darsan

Daristan. Lêrewar.

Kevot

Dareke qahîm e.

Obe

Komeke reşmalan.

Bêstûn

Bê paye. Bê stûn. Ji bo asîman jî bi kar dibin, çimkû bê paye û stun e. Ew çiyayê ku Ferhad bi zehmeta zend û baskên xwe tiraşî.

Ferhan

Biheybet û mezin.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!