Kezîn
Kezan. Keskan. Qezwan. Xemilandin.
Hore
Derdor. Singekî stûr e ku dixin nav qelîşteka darê, û piştre bi bivirê dişkînin. Seyrangeh. Cihê zêde bilind. Soz û narenar. Sirûda ayînî a ehlê heq (yarsan)an girêdayî serdema Zerdeşt ku hewayekî kevn e û di merasimên ayînî de hatiye gotin. Hore gelek kevn e û bi zaravayê kelhorî û cafî tê gotin.
Seyran
Piyase û geriyan. Geştuguzar.
Sêwexan
Xatûna Sêwe. Xanima Sêwe.
Keşîne
Masiyê xaldar.
Dînê
Îşare ye bi keç an kurê serşêt di evîndariyê de. Di straneke kurdî de hatiye (Were “dînê”. “Dînê” min).
Hanîs
Navê gundekî ye li Sine li nêzî gundê Xeyare. Kaniya bin sîberê.
Barêne
Navê gundekî li Kurdistanê.
Poşiya
Birêkûpêk. Serûber.
Bokan
Bajarek e li Rojhilatê Kurdistanê