Bijang

Birjang. Bijank. Rîşiyên genmeşamiyan.

Dîmane

Cardin hevdu dîtin. Çavpêketin.

Diljar

Dilmayî. Di aliyê derûnî de kesê lawaz.

Mawer

Bi kelhorî wate neyîne, nehîne, meyhêne.

Dilawer

Biwêr. Netirs.

Nizar

Lawaz. Daristan. Pesar. Di çiya de ew cihê ku sîber e û gelek bi kêmî roj lê dide.

Xerman

Mij û morana derdora heyvê. Coxînka heyvê.

Xezam

Xezan. Payîz. Pelgwerîn.

Nisare

Nexş û nîgarê ku bi darçînê dirêjne ser firniyê. Belavkirina pere bi ser bûkê re. Gundek e di navbera Sine û Dîwandere.

Ercan

Lahî û dalahî (paranewe). Erjan. Darekî çiyayî ye ku berê wê dişibhe behîvê û bixwe jî dişibhe dara erxewanê.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!