Pirûske
Pirûsk. Pirîşkên agir.
Rêsan
Kaniyek e li Awiyera Mezin a Sineyê.
Xemlê
Bixemil. Rengînî. Ciwanî.
Îrevan
Yerîvan. Êrîvan. Paytexta Ermenistanê ye û gelek Kurd jî lê dijîn.
Olke
Melbend. Meydan. Qad. (Le olkey ciwaniya ger lafî şahî lê bidey lêt dê. Fayiq Bêkes).
Çîmen
Giyayê şîn. Mêrg. Bi kelhorî wate “Em çûn”.
Daben
Navê kurdî yê gundekî bûye li Bakûrê Kurdistanê ku dewleta Tirk navê wê guheriye û kiriye tirkî.
Lazo
Ho lawo!. Ey ciwan!.
Xarêz
Hêkerûn. Pirrpole (navê aşekê ye).
Kolneder
Nebez. Nevest. Kesê ku nakeve û berdewam dibe.