Îriye

Di Avestayê de tê wateya kesê pak û necîb.

Perê

Kurtkiriya navê “Perî”yê.

Yekta

Navê Xwedê. Bi tenê.

Hewrên

Herêmek e li Şêxan li nêzî Qoretûy li rexê Kirmaşanê.

Mêra

Mezin. Gewre. Hezkirî. Cihê rêzê. Mêra yan mîtra navê peyamberê rêz û hezkirinê ne.

Kanî

Serçawey aw. Çavkaniya avê. Çavkanî.

Gulbaxî

Gulebax. Gula sor a ku gulavê jê çêdikin.

Jûjan

Piştî bêhaliyê dema mirov tê ser hişê xwe.

Vedêr

Belavkerê dengoyan. Kesê axaftinên nerast (dengoyan, şayi`eyan) belav dike.

Leylax

Zozan. Kiwêstan.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!