Bedrî
Heyva tewaw. Heyva çarde şevî.
Mangrû
Dêm wek heyvê.
Reşko
Bi rengê reş dariştî.
Şinirwê
Çiyayekî bilind e ku ketiye rojhilatê Helebçeyê, û li ser kopîtka wê jî du kanî hene bi navên Qeman û Wezgêl.
Raga
Soz yan hewayê muzîkê. Navê sirûdeke serdema Zerdeştiyan bû.
Rewşen
Ronahî. Diyar. Berçav.
Diljîn
Jiyana ji dil ve.
Goyje
Goyîj. Givîşk. Çiyayek e li rojavayê bajarê Silêmaniyê.
Mera
Navê çiyayekî ye li Sîdekan a Başûrê Kurdistanê.
Şakar
Karê gelek baş û serûber. Afirandin di karê hunerî de.