Erdeşêr
Erdeşîr. Şêrê tûre û bihêrs.
Roşan
Bi zazakî wate cejin.
Araste
Di farsî de wate xemilandin. Lê di kurdî de wateyeke din heye wek: Silavên xwe araste dikim. Wate Ez silavên xwe jê re dişînim.
Xasê
Xas. Baş.
Fadil
Dûr nîne ku ji navê Fatim hatibe wergirtin. Fadîle serbendê straneke kurdî ye.
Estî
Navê xûşka Mîr Zeynedînê Botanî û xûşka Zînê ye ku qehremana nav çîroka Mem û Zînê ye, ku bi zaravayê kurmancî dibêjnê “Sitî”.
Komawer
Cemawer.
Efsane
Destanên xeyalî.
Yaqût
Kevirekî sor ê giran û binirx e, ku bo nigîna gustîlkan û nîveka lîre û ... hwd bi kar tê.
Yakan
Navê çiyayekî ye li Bakûrê Kurdistanê.