Guljîn
Jiyana wî wek gulê. Terpoş û rêkûpêk.
Şewçere
Şewçele. Xwarina di dema şevê de.
Bêgerd
Pak
Sefîn
Yek ji zincîre çiyayên naskirî ên Kurdistanê ye ku dikeve bakurê rojhilatê Hewlêrê.
Ercan
Lahî û dalahî (paranewe). Erjan. Darekî çiyayî ye ku berê wê dişibhe behîvê û bixwe jî dişibhe dara erxewanê.
Gulperî
Guleke bêhnxweş a pelgzer e ku li qeraxa rûbaran şîn dibe û bo nav tirşî bi kar tînin. Gelek bedew.
Sosin
Sûsen. Navê gulekê ye ku heya niha nêzî 100 cureyên wê li cîhanê hatine naskirin. Navê wê yê zanistî "Lilium spp" e.
Reben
Tekûtenê. Jar û perîşan. Soba (sełt, zigortî).
Kewê
Bi rengê kewê. Wek kewê.
Bersîle
Tiriyê ku hêla negihîştibe. Pesîre. Qore.