Alana

Dolek e di navbera Xelîfan û Raniyeyê li Başûrê Kurdistanê.

Deşe

Dîmenciwan. Bidîmen.

Kenîle

Keça piçûk. Sernavê straneke hewramî ye.

Perjîn

Perçîn. Şûreya dewra bax û bêstanan ku kelem (qelemên tûj) pê ve bin.

Aniya

Di zaravayê kevn ê Kelhorî de tê wateya Şewnim. Xûnav.

Rosa

Yekem paşayê Urartoyiyan bû ku êrîş kire ser Manayiyan li Bokanê. Navê axekê ye ku bi kar tê bo çêkirina kiloz û kasikan. Navekî kevn ê Îranî ye û li ser berdenûsa Bêstûnê jî ew nav heye. Li ser berdenûsa li gundê Bestam ku dikeve rexê Çaypare li beşa Qereziyaedîn a bajarê Xoyê (bajarê Xwê), hatiye nivîsîn: Rosa di navbera salên 646 heya 680an a berî zayînê deshilatdarê Halidiyan bûye. Herwiha li ser berdenûsa çiyayê Zaxan li rexê Serawerdewêl û berdenûsa çiyayê Sehend jî ew nav hatiye.

Terçik

Keskatiya ter û taze. Keçên nazik û bedew.

Çawciwan

Çavciwan. Çavên bedew û ciwan.

Bêja

Qiseker. Axaftinvan.

Zerî

Keça delal a malê. Keça bedew û çermspî a sîs.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!