Weşîn
Dawerîn. Hilwerîn. Bilavker (Bilawkerewe).
Kewjîn
Bêzûkirdin. Ew uşiyê tirî ku bi darê ve hişk dibe û dimîne.
Amal
Nêzîk (Filan kes rengê wî amal zerde. Wate filan kes rengê wî nêzî rengê zer e).
Star
Dapoşîn. Aramî. Oqre.
Weyse
Weys. Navê şêxekî ye ku gorra wî li ser çiyayekî ye li Mayîdeşta Kerecê.
Wîre
Xeyal. Bîrewerî.
Şengol
Gelek kêfxweş û dilxweş. Pêkve zeliqîn.
Kaso
Kaşo. Kasî. Navê çiqeke kevn a Kurdan e ku piştî Gotiyan li herêma Kirmaşanê deshilatdarî kirine.
Zimnay
Ezmûn. Taqîkirdnewe. Cerbandin. Testkirin.
Sada
Navê eşîreke Kurd e li Bakûrê Kurdistanê.