Rêkan
Gund û hozek in di navbera bajarê Amêdiyê û herêma Mêrgesor li Başûrê Kurdistanê.
Erkewên
Gundek e li serveyî çemê Xoyîn li herêma Gerûsî li Rojhilatê Kurdistanê.
Solan
Esl û neseb. Kok û binetar.
Neberd
Aza û wêrek û nebez.
Mariya
Şervanên eşîra Mîtan an Manayî ku Kurd bûne.
Herko
Her cihek.
Bêrîte
Bêrêt. Semaya bikom. Semayeke kevn a serdema zerdeştiyan bûye.
Binar
Quntar. Berbinî.
Bedirxan
Malbateke navdar e di nav Kurdan de, ku ji bo gelê xwe di warê rewşenbîrî û siyasî û ... hwd de gelek ked dane.
Sarî
Peyva hezkirinê ye bo bangkirinê.