Berxal
Navê kaniyekê ye li herêma Pişder li Başûrê Kurdistanê.
Terze
Teyrok. Gijlûk. Gîjgîjok.
Parastan
Gundek e li rexê Zimzîranê li herêma Serdeştê li Rojhilatê Kurdistanê.
Hersîn
Firmêskawî. Çavgirî. Navê bajarekî Kurdnişîn e li Kirmaşanê.
Bêxal
Sade. Befra spî. Ava pak. Navê seyrangehekê ye li nêzî Rewanduzê li Başûrê Kurdistanê.
Nazîn
Şanazîkirin. Bi xwe nazîn.
Bawer
Bawerî. Bawer bike (xatircem be ku rast e). Di soranî de bo kewşenê navbera du zewiyan jî bi kar dibin.
Segvan
Kesê ku nîşançiyekî baş be û nîşanê baş dipêke. Nêçîrvan.
Bermûr
Milwanke.Gerdenbend. Gerdebenî.
Pazar
Kevirekî gelek binirx e ku jin wek zêr û cewahir bi kar tînin.