Dilşa
Dilşad. Kesê ku dilê wî şad be. Kêfxweş.
Daniyar
Bexşende. Mirovê dest û dilbaz.
Gulgezî
Sorgewez. Sorê tarî.
Mendê
Giyayek e dikin nav jajî û penîr û hindek risqên din de.
Verçîn
Fermana çinînê.
Hasên
Kesê hûrbîn di kar de. Hestiyar. Xwedîhest.
Azad
Serbest
Mana
Çiqeke kevn a Kurdan e ku li xwar gola Urmiyê jiyane û dema bûne deshilatdar, paytexta xwe birin bajarê Zîwiye (Îzîrtû) li 50 km a Seqizê. Herwiha ew dewlet, dewleta herî kevn a Rojhilatê Kurdistanê bûye.
Sane
Hesan. Kaxît.
Komas
Navê hozeke Kurd e di navbera Sine û Merîwan û Seqizê ku dibêjine wan, Komasî.