Kirje
Mirovê jîr û çalak.
Zibare
Herewez. Dema ku xelkê gund di karê dirûna dexlûdan an ... hwd de hevkariya hevûdin dikin.
Yawan
Hişkatî. Bê av.
Erwend
Elwend. Rewşenbîr.
Bacîlan
Bajîlan, Navê eşîrekê ye.
Gulvan
Baxvan.
Amêz
Hembêz. Baweş.
Segirme
Destpêka eniya şer. Navê çiyayekî ye li Koyê li Başûrê Kurdistanê. Çiyayê sext û asê.
Badak
Ew giyayê ku li darê diale.
Dîber
Şîrove.