Bejî
Dexlê dêm. Dahata dêmekar.
Mandana
Mandan. Navê jina Kembûciye paşayê Fars û diya Kuruşê paşayê Hexamenişî bûye ku keça Ejdehakê paşayê Mad bû.
Arîno
Navê kurdî yê gundekî bûye li Bakûrê Kurdistanê ku dewleta Tirk ew nav kiriye tirkî.
Seywan
Navê girekî ye li bajarê Silêmaniyê ku kirine goristan. Sîvan.
Raziyane
Giyayek e wek derman tê bikarhînan.
Şalîl
Şalûr. Şalûl. Bilbil.
Dilbixîn
Dilbixwîn. Kesê dilbirîndar. Kesê dilê wê bixwîn e.
Beşdar
Pişikdar.
Orfa
Bajarekî Bakûrê Kurdistanê ye. Navê kevn ê wî bajarî Ruha ye.
Pere
Ew zewiya ku di dema kêlanê de nakeve ber gasin.