Sarat

Çolistan. Biyaban. Tîreyeke Kurdan e ku li derdora Azerbaycanê dijîn.

Bêrî

Rîzkirina pez bo dotinê.

Ercan

Lahî û dalahî (paranewe). Erjan. Darekî çiyayî ye ku berê wê dişibhe behîvê û bixwe jî dişibhe dara erxewanê.

Mirwarî

Lûlû. Gewhereke deryayî ye ku di nav sedefê de tê dîtin.

Zêrko

Bi zêrê hatî çêkirin.

Kurdiya

Risqê çêkirî bi herzinê hûrkirî digel rûn.

Xanî

Mal. Xanû. Mala ku bi kevir û heriyê hatibe çêkirin.

Şatû

Tûyê sor ê şirîn û avdar.

Rikan

Bawerî.

Taraz

Navê kurdî yê gundekê bûye li Bakûrê Kurdistanê ku dewleta Tirk navê wê guheriye û kiriye tirkî.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!