Şebab
Bilûr (Pêwendiya wê bi “Şebab” a erebî ve nîne). Bilûreke kanzayî ye.
nîştiman
Himbêz. Baweş.
Horî
Perî. Firişte.
Çekdar
Kesê ku çek heye.
Çeleng
Şoxûşeng. Çiqlê darê. Zerfên mezin.
Şewêr
Hişyar û li ser hest. Hestiyar.
Mem
Memik. Kurtkiriya navê Mihemed e. Navê evîndarê Zînê ye di pirtûka Ehmedê Xanî de.
Gerdengaz
Gerdendirêj.
Hore
Derdor. Singekî stûr e ku dixin nav qelîşteka darê, û piştre bi bivirê dişkînin. Seyrangeh. Cihê zêde bilind. Soz û narenar. Sirûda ayînî a ehlê heq (yarsan)an girêdayî serdema Zerdeşt ku hewayekî kevn e û di merasimên ayînî de hatiye gotin. Hore gelek kevn e û bi zaravayê kelhorî û cafî tê gotin.
Hezîng
Peytbûn di kar de.