Mangîle
Heyva ku taze hiltê. Şiklê heyvê di nav alayê de.
Mêhran
Bajarekî Kurdnişîn e li Rohilatê Kurdistanê ku bi zaravayê kelhurî qise dikin.
Gulnaz
Gula naznazê. Wek gulê bedew û nazik.
Havîn
Demsala havînê.
Ciwane
Şox û şeng. Nazdar.
Dêber
Erdê binê gund.
Niyak
Bi kelhurî wate Bav û bapîr.
Rêzal
Parçeyeke nazik e wek hewdayê (hewrîşmê).
Dildar
Dilber. Kesê biwêr û netirs ku dil û cerg heye. Evîndar.
Lankê
Landik. Bêşke. Dergûş.