Sabat

Kepra mezin.

Nazenîn

Nazdar.

Cihgir

Cîgir. Cêgir. Kesê di dema nebûna heval an hevkar an berpirsê xwe de cihê wî kesî digre.

Riwar

Robar. Rûbar. Gundek e li nêzî gundê Hecîc li Hewramana Rojhilatê Kurdistanê.

Deylem

Eşîreke Kurdan e.

Feryan

Bi kelhorî wate yarmetî. Hevkarî. Herewez. Zibare. Navê kaniyekê ye li herêma Siwêsnayetî.

Xama

Ew keça ku wextê mêrkirina wê hatibe.

Deydîk

Landik. Helork.

Hanîs

Navê gundekî ye li Sine li nêzî gundê Xeyare. Kaniya bin sîberê.

Serok

Salarê hoz û gel.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!