Yaran
pirjimara yar. Dost. Heval.
Merdox
Nexweşiya ber bi mirinê ve. Xwedayê kevnara yê Babilê.
Çêliyan
Pirjimara “çêl” e ku dibe texteber û kevirê mezin. Di beyta (Birayim û Mehmel) de Çêliyan navê bajarekê bûye li melbenda Şarwêran.
Şana
Bi hewramî wate şand. Hinart. Rewane kir.
Kardoş
Bi wan Kurdan dihate gotin ku li Gîlanê dijiyan.
Şano
Ew sekoya ku hunermend diçe ser û li wir hunera xwe nîşan dide.
Şazeman
Şahê zeman. Şahê serdem.
Estûn
Stûn. Paye.
Soşîn
Giyayekî stûr ê bilind e ku binê wê wek silkê (çuxenderê) ye ku hişk dikin û dikutin.
Sawîr
Sam. Metirsî. Biheybet di hemberî kesekî de.