Heraş
Alaş. Ew pelg û çilpikên ku davêjin ser darên banê avahiyan. Rêzal. Jevderketî. Hilweçiyayî.
Çerde
Reştale û esmer.
Hever
Qeysî. Zerdele.
Bêrdok
Xêreke piçûk. Pêmereya piçûk.
Rageş
Qisexweş. Suhbetçî.
Şewhewar
Şevbêrka li zozanan.
Mîrmam
Mamê gewre. Mamê mezin. Navê gundekî ye li Başûrê Kurdistanê.
Peywes
Pêkvezeliqî.
Wasar
Demsala buharê.
Zerweş
Dilxweş bi zaravayê zazakî.