Kestek

Keseng (Parçeyeke axa hişk). Lepikên altûnî. Kanzaya hişk û pitew û qurs.

Ziryan

Reşeba. Befr û baran digel bayekî sar ê bihêz.

Atropat

Navê serdarekî Mad bû.

Rêzal

Parçeyeke nazik e wek hewdayê (hewrîşmê).

Acax

Eşkere. Xuya.

Kejal

Xezal. Ask. Ahû. Biznekêvî. Kejê. Berca belek ku guhê wê spî û reş e. Çavkal.

Şoxan

Şox û şeng. Bedew û çalak. Spîndar.

Derzin

Sûjina ku bo karê dirûtinê bi kar tê.

Dîde

Çav. Xwedî ceribandin.

Pepûle

Perwane. Nimnimok. Pelatînk.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!