Ado
Di serdemên kevn de navê Xwedayê “ba”yê bûye. Ev nav di nav Kurdê Rojavayê Kurdistanê û Kurdên Lubnanê de zêde heye.
Raze
Çîrokên xeyalî.
Fîdakar
Fedakar. Kesê giyanfîda. Canfîda.
Estêre
Stêrk
Weran
Beran. Nêrepez.
Berkaz
Pencere. Kuna der û dîwaran.
Xomal
Taybet bi mala te bixwe.
Azû
Azo. Dêw.
Gulendam
Bejnzirav.
Kevî
Renî. Rinû. Kewaneya dewra def û bêjingê û ... hwd. Cure giyayek e. Kedî. Qeraxa avê. Textê rûniştinê.