Kasan
Çiyayê lêj û evraz. Navê çiyayekî ye li herêma Hekarî li Bakûrê Kurdistanê.
Durrdane
Durrên nav sedefê. Mirwariya mezin û binirx. Zarokên hezkirî yên malê.
Yawa
Peyveke hewramî ye wate: Hat. Gihîşt.
Awrîng
Pirîşkên agir. Biriqîn.
Bersîle
Tiriyê ku hêla negihîştibe. Pesîre. Qore.
Wehran
Rojek e li her mehekê ji mehên ola Zerdeşt.
Belengaz
Hejar. Bêçare. Desteng.
Bazê
Navê newalekê ye li Badînan li Başûrê Kurdistanê.
Ayîsan
Hilbûna agir. Pêxistina agir.
Evîn
Hezkirin, Eşiq