Haje
Dengê pelgên daran, û dengê ba û ... hwd. Xuřexuřa avê.
Şîle
Şîreya gij û giya, û gul û daran. Şîreya hingvînê. Herwiha navê giyayekî ye ku di nav genim de şîn dibe, û “Zuwanşelmik” jî dibêjnê.
Şarîk
Kumdesmaleke jinan bû di zemanê berê de.
Gulkezî
Kezî wek gulê ciwan û bêhnxweş.
Xetan
Destewajeya hezkirina dê û bavan e bo zarokên xwe.
Wêrek
Qehreman. Gernas. Egîd.
Rexsan
Bixwe cîbicîbûn. Xobexo wedîhatin.
Sare
Zerweşan. Belavkirina pere bi ser bûkê de. Gundek e di navbera Sine û Dîwandere de li Rojhilatê Kurdistanê.
Berfê
Befir. Wek befrê.
Kemere
Kember. Navqed. Cihê bangder li ser minareyê. Gaşeberd. Navenda topa erdê.