Awring
Pirîşkên agir. Peşkên agir.
Mîran
Pirjimara mîr. Paşa. Mîran navê hozeke Kurd a koçerî bûye li Kurdistanê. Mîr di kurdî de kurtkiriya naznavê (Emîr) e û digel peyva Emîr a farsî ku wateya “seyîd” dide cuda ye. Wek mîrên Kurdistanê: (Mîrê Soran, Mîrê Botan.)
Şîba
Sivikebayê şevê. Ronahî û şewq.
Kewzan
Kizwan. Şînok.
Basiret
Gundek e li herêma Botan li Bakûrê Kurdistanê.
Şîra
Şîrî. Şîrder. Ajelê şîrder.
Gulvan
Baxvan.
Rabûn
Hestan. Rasan. Raperîn.
Serpel
Serkirdeyê 30-50 pêşmergeyan. Çiqên serê yên darê.
Terze
Teyrok. Gijlûk. Gîjgîjok.