Kamiyar
Pîroz. Serkeftî. Kesê ku gihîştibe hêvî û mirazên xwe.
Şewbo
Giyayek e ku destpêka buharê şîn dibe û gulên spî derdike û bêhnxweş e, û bi roj bêhna wê tuneye, lê dema ku roj ava dibe û hewa hênik dibe, bêhneke xweş jê tê û heya şefeqê ew bêhna xweş her dimîne.
Sertac
Tac li serî.
Dilgerm
Kesê dilê wî xweş e. Dilê wî bi karekî germ e. Kesê hêvîdar.
Beroje
Guleberoje.
Helgurd
Çiyayê Helgurd li Başûrê Kurdistanê.
Gêla
Gerok. Gerîde.
Mîrxan
Mîr. Kesê mîr û axa be.
Semen
Rûmet. Semengul. Gula Yasemen. Zerê kal. Gulezêrîne.
Şeraniş
Kanî yan ava boş û rewan. Sûlavek e li Zaxoyê.