Yasa
Qanûn. Ew deb û destûr û bingeh û rêkarên nav civakê ku ji aliyê dewlet û parlementoyê ve bo parastin û birêvebirina civakê tê danîn.
Bargiran
Zehmetkêş. Rêncber. Bo hevalên tenbel jî tê bikaranîn.
Gulroj
Gula rojê.
Keşîne
Masiyê xaldar.
Zemend
Bihêz. Gijeba. Babelîsk. Deşt û zeviya pir ji giya û çêre.
Pasa
Veşartî. Nediyar. Çavpoşî. Dema pêyê xwe li erdê disûn.
Gulavdan
Cihê ku gulavê tê dixin.
Ercan
Lahî û dalahî (paranewe). Erjan. Darekî çiyayî ye ku berê wê dişibhe behîvê û bixwe jî dişibhe dara erxewanê.
Baran
Ava ku dilop dilop ji ewran dirêje ser erdê. Ew şeha ku di hewa de kom bûye û piştre wek avê dilop dilop ji asîman ve dirêje ser erdê.
Yaran
pirjimara yar. Dost. Heval.