Cerbeze
Cezrebe. Êş û azar. Harûhaj. Biwêr. Dildar.
Sayiman
Wek sîberê.
Dîmane
Cardin hevdu dîtin. Çavpêketin.
Besê
Ji peyva “bes” hatiye wergirtin. Serbendê straneke kurdî ye (Hey Besê emrim Besê). Ew nav li herêma Mengurran zêde heye.
Evîn
Hezkirin, Eşiq
Yaxî
Serbizêw. Çiyayê helemût. Girevgirtî. Firar. Kesê serê xwe hilgirtibe û li çol û çiya ketibe.
Ramitîn
Navê çengjenekî serdema Xusrewperwîzê Sasanî bûye.
Şengol
Gelek kêfxweş û dilxweş. Pêkve zeliqîn.
Bazê
Navê newalekê ye li Badînan li Başûrê Kurdistanê.
Biskan
Rîşalên li ser pelgên genimeşamiyan. Pirjimara peyva “bisk”.