Aryabe
Navê yek ji mezinên Madan bûye ku serdarê hêza Daryoşê Sêyem bûye.
Xelan
Navê du gundan e li Başûrê Kurdistanê li herêma Balekayetî.
Wirda
Wate akincîbûn û arambûn.
Aheng
Li hev civiyan bo cêjn û şahiyan. Şahî û dîlan di nav cêjn an merasimekê de.
Asîde
Helwaya ku doşaw digel de be. Helwaya ku ji ar û rûn û doşawê tê çêkirin. Mirtoxe.
Dêrik
Dêrîk. Dîrok. Navê bajarekî Rojavayê Kurdistanê ye
Rewak
Ew cihê ku şerabê tê de parzîng dikin. Şîreya şil a hingvînê.
Dayax
Sebr û hewsele. Bêhnvedan. Behre. Fayîde.
Saral
Bi tirkî wate zer. Herêmeke pir ji giya ye li rojavayê bajarê Sine.
Kelhor
Kurdên ku bi zaravayê kelkorî diaxifin.