Hemîn
Sist. Tenbel û îhmal. Kesê xwe ji kar vedidize. Bi giştî. Hemû. Niha. Heya niha. Ev nav zêde li herêmên Menguran û Siwêsnayetiyê heye.
Qafile
Karwan.
Mane
Hembane. Tûrik. Hewane. Mana. Wate. Hêcet. Navê gundekî ye li Xurasanê.
Şengal
Navê bajarekî Başûrê Kurdistanê ye ku piraniya şêniyên wê êzidî ne.
Mirwaniş
Gundekî Başûrê Kurdistanê bû ku Beisê ew gund wêran kir, lê cardin hate avedankirin.
Sincan
Gundek e li herêma Menguran li nêzî Mehabadê.
Ewar
Paşgira hebûnê ye wek: Xwendewar. Paşgira cih wek: Şûnwar.
Şero
Kurtkiriya navê Şerîf e. Xwedîavrû. Naznavê balabanjenê Kurd ê xelkê Gurcistanê ye.
Bajîlan
Eşîreke Kurdan e.
Gulveda
Guldan. Pişkivîn.