Şahîne
Jina paşa. Şajin. Xweşî û şadî.
Badil
Dilxwaz.
Moran
Mij. Dûkel. Dûman. Dûxan.
Rûbar
Rîbar. Çem.
Pîro
Kesê pîr.
Çêliyan
Pirjimara “çêl” e ku dibe texteber û kevirê mezin. Di beyta (Birayim û Mehmel) de Çêliyan navê bajarekê bûye li melbenda Şarwêran.
Hesna
Navê hozeke Kurd e li Cizîr û Botanê.
Warhêl
Kesê ku ji warê xwe dûr dikeve.
Şeraniş
Kanî yan ava boş û rewan. Sûlavek e li Zaxoyê.
Niyer
Minber. Cihê xutbedanê. Gundek e li herêma Hewramanê di navbera Sine û Merîwanê.