Merwan
Navê kevn ê bajarê Merîwanê ye. Bajarê maran. Li Merîwanê zêde mar hene.
Borçîn
Mirawiya mê. Borçîl.
Dîcle
Rûbarekî mezin ê Kurdistanê ye ku ji deh çeman pêk tê, û qedîm gotinê “deçiłe” wate deh çiq.
Nade
Fêkiyên ku zû bigihîje.
Serbaz
Leşker. Kesê ku diçe xizmeta leşkeriyê. Çekdarê dewletê.
Cengbaz
Cengawer.
Zelal
Saf û rohn bo avê. Rewan bo deng û stranan.
Arzîng
Çen. Çenage.
Bîza
Giyayek e ku dixin nav jajî û tirşiyatê de.
Xêvet
Çadir. Kon. Xeyme.