Ater
Agir. Gurriya agir.
Tavar
Navê kurdî yê gundekî bû li Bakûrê Kurdistanê ku dewleta Tirk guheriye û navê tirkî daniye cihê wê de.
Kafa
Kiloxê serî. Pişta patikê. Cimcimeya serî.
Atrosa
Wek agir.
Karîka
Jîr û peyt. Kara û karîger.
Karçîn
Hermiyek e ku bi kalî lê vedikin.
Gulbehar
Gulbuhar. Gula buharê ku kesk e û zêde pelgên wê hene.
Perwer
Peristin. Wek mînak: Welatperwer.
Gulyar
Kulîlkên darhinarê.
Spêde
Beyanî. Şefeq.