Metîn

Kesê giran û dilovan. Jîr. Çiyayek e li rexê Bamernê li herêma Badînan.

Dilram

Dilnerm.

Waje

Peyv. Gotin. Qise. Gundek e li herêma Şarbajêr li Başûrê Kurdistanê.

Dilbirîn

Kesê ku dilê wî bibirîn e. Dilê wî bikul û keser e.

Rûnas

Giyayek e.

Serkar

Kesê ku çavdêrî û sergêriya îş û karê kedkaran dike.

Avdar

Bo meha nîsanê tê bikahînan. Ava di bin darê de. Tiştê ku zêde av tê de hebe dibêjnê avdar.

Fatik

Qumrî. Yakerîm.

Şilove

Barîna berf û baranê pêkve.

Kewmil

Amaje ye bi keçên gerdenqaz. Serbendê straneke kurdî ye.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!