Raviyar
Rawker. Nêçîrvan.
Esrîn
Rondik.
Bawer
Bawerî. Bawer bike (xatircem be ku rast e). Di soranî de bo kewşenê navbera du zewiyan jî bi kar dibin.
Varkan
Navê zozanekî ye li herêma Dersîmê li Bakûrê Kurdistanê.
Raspêr
Kesê ku tiştekî dispêre.
Karda
Mînoriskî di pirtûka xwe de ji zimanê tûrdagîn ve dibêje: Li gor du perçe kevirnûsên ku hatine dîtin, û wêne li ser wan hebûye û dîroka wan jî vedigere bo 2 hezar salî berî niha, Kardaka welatek bûye li nav welatê Aşûr ku Kurdan ew welat bi rê ve biriye.
Şehbaz
Şabaz. Bazê mezin.
Zazê
Şermoke. Kêmqise.
Rêber
Kesê ku rêberiyê dike. Serok.
Revend
Rewend. Koçer. Zozaniyên ku di konan de dijîn.