Zoraw
Navê bavê Restem qehremanê çîroka kurdî ya (Rostem û Zoraw) e. Dr. Îmadedînê Dewletşahî ku xelkê Kirmaşanê ye selimandiye Rostem û Zoraw (Sohrab) Kurd bûne û çîroka wan jî çîrokeke kevn a kurdî ye.
Xeşîl
Giyayê Xuşîlk.
Derez
Navê baxekî ye li herêma Hewramanê.
Niyer
Minber. Cihê xutbedanê. Gundek e li herêma Hewramanê di navbera Sine û Merîwanê.
Huzar
Bax û gulzar.
Maron
Giyayek e ku ji bo serêşê baş e. Kevirekî reş e ku têkilî kila çavan dikin.
Serbaz
Leşker. Kesê ku diçe xizmeta leşkeriyê. Çekdarê dewletê.
Welat
Nîştîman, Warê jiyanê
Zaxo
Bajarekî Başûrê Kurdistanê ye.
Extan
Derfet. Firsend.