Rozî
Risq. Bijîw û risqê ku Xwedê bide.
Arazyas
Bajarek bûye ku Madan tê de hikûmet kirine. Renge heman bajarê Darayas bûbe li rexê gundê Deryaz li Şarwêrana Mehabadê ku niha jî kavilên wê her mane.
Êzdanşêr
Yezdanşêr. Yezdanşîr. Êzdînşêr. Izedînşêrê Botî. Mîr Izedîn mîrê Botan û reqîbê Mîr Bedirxan bû. Li gorî hin jêderan ew pismamê Mîr Bedirxan bû. Piştî vê ku dewleta Usmanî serhildana Bedirxan Beg têk şikand, Êzdînşêr li welatê Botan di 1854an de li dijî dewletê rabû. Ev bûyera dîrokî wekî Serhildana Êzdînşêr tê nasîn û ji sala 1854 heta meha kanûna duyem a 1855an do kir. Strana "Ez Xelef im" li gor vê çîrokê hatiye gotin.
Keşîne
Masiyê xaldar.
Zewen
Erdê ku giya û çêreya wê zêde hebe. Lêwa serban (Sermoye). Zêde. Zaf.
Umêd
Umîd. Hîwa. Hêvî.
Sapîna
Kaniyek e li herêma Şêxan li 12 km a Bedriye.
Xawêr
Di navbera xew û hişyariyê. Xewayî.
Bizot
Darê ku serê wî agir pê ve be.
Nûşen
Zeviya nû. Mêrga nû. Çîmenê nû.