Mîrza
Kesê ku bizane bixwîne û binivîse. Emîrzade. Mîrzade.
Kejawe
Dara ku li ber tenişta dîwar dixin bin karîteya ban de. Du sinduqên darîn ên sîvandar bûn ku datînane ser pişta hesp û hêştiran û lê siwar dibûn. Zêdetir xan û pîr û îxtiyar dema ku ji Mekke û Medîneyê vedigeriyan lê siwar dibûn.
Axêz
Rabûna ser pêyan ne bi temamî.
Tîşk
Tîrojk. Tîrêj.
Şoriş
Rasan û serhildana bikom bo azadî û mafê jiyanê.
Rewe
Revdehesp. Revdegurg. Darê ku gezûyan pê dadikutin.
Wirkol
Hestiyar û hilkol. Ji tiştan zêde hildikole. Kunckaw. Kunckol. Serbizêw. Serwext û hişyar.
Sodîs
Navê çiyayekî ye li herêma Wanê ku bilindahiya wê 3146 metro ye.
Werse
Masûlke.
Vebûr
Paşekewt.Paşekevt.