Cêwar

Cihwar. Cîwar.

Amaj

Nîşane. Amanc.

Tîrvan

Tîrhavêj.

Banîn

Navê bajarokekê ye li herêma Kût li Başûrê Kurdistanê ku Kurdên feylî tê de dijiyan, lê piştre hikûmeta Beis, Ereb anîne cihê wan û ew jî li wir derxistin, û ew Erebên ku li wir mabûn jî, di nav Ereban de heliyan û zimanê xwe ji bîr kirin.

Koçer

Rewend. Xêlat. Ew êlên ku carina li germiyanê ne û carina li zozanan.

Kejîn

Desmal an parçeyê ku ji awrîşmê hatibe çêkirin.

Şazeman

Şahê zeman. Şahê serdem.

Rewêje

Ew tîxeya ku kevçiyan pê çêdikin.

Kîvî

Kêwî. Çiyayî.

Pelerîn

Giyayek e ku pelgên spî diweşîne.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!