Gulben
Parçeyê gulgulî.
Azû
Azo. Dêw.
Aşot
Befra ku di quntara çiya de kom bûye.
Ergoş
Ergûş. Gundek e li serveyî gundê Mêros li ser sînorê Tirkiyê di nav xaka Başûrê Kurdistanê di bin çiyayê govend ku 366 kanî tê de ne.
Kolkezêrîne
Keskesor. Bûka baranê.
Herewez
Gel. Gelekome. Karê bikom. Zibare. Wek: Dirûna genim û nok û ... hwd.
Neşmîl
Bedew û dilrevîn.
Semaso
Govendeke derwêşî ye.
Xudêda
Xwedêda. Kesê ku Xwedê ew çêkiriye. Xwedê ew daye.
Avîn
Bi rengê avê, Wek avê pak û zelal.