Xurpe
Dilexurpe. Dilkutok. Dilekutê.
Kemere
Kember. Navqed. Cihê bangder li ser minareyê. Gaşeberd. Navenda topa erdê.
Jeman
Pirjimara peyva (jem) e bi wateya daneke xwarinê.
Asos
Yek ji wan çiyayên asê ye li Başûrê Kurdistanê, ku ji “Qeladizê” ve dest pê dike heya ku digihîje “Mawet”ê.
Çirîke
Dengê xweş. Alavek e bo cudakirina pembo ji dendikên wê.
Yasan
Ey siltan.
Sarî
Peyva hezkirinê ye bo bangkirinê.
Bistîk
Oşiya tirî.
Şanaw
Navê şahane.
Adare
Adarok. Gulek e ku di destpêka buharê de dipişkive.