Extan
Derfet. Firsend.
Kewend
Çadir. Reşmal. Kon. Çadira ku ji tûkê hatibe çêkirin.
Xetîr
Xetîre. Ew darê ku serê wê agir pê ve ye, û di dema newrozê de digrin destê xwe, û piştre bi wan xetîran agirekî mezin hil dikin. Li Akrê her sal bi sedan xetîran amade dikin û bi rêz diçin serê çiya û agirê newrozê hil dikin. Di soranî de dibêjnê: “Çilosk. Çoleçira. Çilûsk”.
Balê
Her çawa be. Baskê darîn ê helametê (Reşkê bostanan).
Çetîn
Çetin. Zehmet. Dijwar. Ne hêsan.
Soşîn
Giyayekî stûr ê bilind e ku binê wê wek silkê (çuxenderê) ye ku hişk dikin û dikutin.
Şekraw
Ava şekirê. Şirîn wek şekirê.
Kîvî
Kêwî. Çiyayî.
Gulçîsk
Gurçik.
Gulegenimk
Gula genim.