Wîre
Xeyal. Bîrewerî.
Karî
Karîger. Kartêker. Kûr (Birîna wî karî ye, wate birîna wî kûr û giran e). Bihêz û têkoşer. Zîrek di karkirinê de.
Pakan
Mirovên pak. Piyaw çak. Şêx û meşayix.
Leylan
Çol û deşt. Tirîfe. Tirawîlke.
Xozan
Şareza li ser xwe. Zeviya ku salek berê hatiye çandin, lê îsal nehatiye şovkirin.
Awejê
Awezê. Gundekî nêzî gundê Merge ye li Başûrê Kurdistanê.
Komawer
Cemawer.
Perîwar
Wek periyan.
Şervan
Kesê şerker. Milîtan. Partîzan.
Lezgîn
Bilez.