Cerbeze
Cezrebe. Êş û azar. Harûhaj. Biwêr. Dildar.
Jîr
Zîrek. Zana. Aqil.
Başîla
Bi zazakî wate aware.
Qetmer
Rengê mor.
Çîçik
Gula ku li deştê pişkivîbe. Çûk. Cûcik.
Rihan
Rêyhan, Gulrihan. Giyayeke yeksalî ye ku pelgên wê wek biharat tê bikaranîn.
Arda
Navê firişteyekê ye di ola Zerdeştî de.
Jamek
Navê kevn ê gundekî Kurdan bûye li Sêwasê ku dewleta Tirk navê wê guheriye û kiriye tirkî.
Ar
Agir. Di koka xwe de avestayî ye û wateya agir û rengê sor jî dide.
Rave
Rawe. Şîrove. Şirove. Şîkirin.